Bîranîna Tahîr Elçî

Tahir Elçi beriya 3 salan hatibû kuştin...

Bîranîna Tahîr Elçî

Di bûyerên xendekan de gelek berhemên dîrokî zirar dîtibûn. Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî beriya 3 salan îro ji bo balê bikşîne ser rewşa wan berhemên dîrokî, li ber minareya çarpê ya diyarbekirê daxuyanî dida medyayê. Tahîr elçî li wê derê di êrîşa terorîstan de canê xwe ji dest dabû. Baroya amedê û dost û hevalên wî, îro di sêyemîn salvegera kuştina wî de ew bi bîr anîn û li cihê kuştina wî li ber minareya çarling daxuyanî dan.

Wek tê zanîn di bûyerên xendekan de rêxistina terorî zirareke mezin dabû berhemên dîrokî. Serokê berê yê baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ji bo bala gel bikşîne ser parastina berhemên dîrokî û ji bo ku êrîşên terorî dawî bibin, li ber minareya çarling ya Diyarbekirê daxuyanî dida medyayê.

Di heman demê de bû hedefa guleya terorîstan. Di êrîşê de Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest da û polîs Ahmet Çiftaslan û Cengiz Erdur şehîd bûn.

Serokê Baroya Amedê yê berê tahîr Elçî di salvegera sêyem a qetilkirinê de ji aliye parêzer, siyasetmedar û dostên wî hat bibîranîn.

Sîyasetmedar, parêzer û dost û malbata Tahîr Elçî qerenfîl danîn ber mînareya Çarling ku Elçî li wê dere canê xwe ji dest dabû.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE