Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Bi îlhama ku em ji Hezretî Mewlana hildidin bêyî ku li ziman, nijad û baweriyê binihêrin em destê alîkariyê dirêjî hemû însanan dikin."
Erdogan ji bona Salvegera 747emîn ya Wefata Mewlana peyamekê weşand.
Serok Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir bi îlhama ku ji Hezretî Mewlana hildidin bêyî ku li ziman, nijad û baweriyê binihêrin destê alîkariyê dirêjî hemû însanan dikin.
Erdogan diyar kir digel heramiyên heyama modern ku ji xeynî kuştinê tiştekî din nizanin wê darçiraya hezkirin û hikmetê ya ku Mewlana vêxistiye daneynin.
AA