"Bûyera vekişînê dest pê kiriye"

Serok Erdogan: "Piştî axaftina me (bi Trump ra) ya êvarê li herêmê wekî ku Brêz Serok jî îfade kir ev bûyera vekişînê dest pê kiriye."

"Bûyera vekişînê dest pê kiriye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Piştî axaftina me (bi Trump ra) ya êvarê li herêmê wekî ku Brêz Serok jî îfade kir ev bûyera vekişînê dest pê kiriye."

Erdogan beriya ku ber bi Sirbistanê bi rê bikeve ku beşdarî civîna duyemîn a Konseya Hevkariya Pilebilind a Tirkiye-Sirbistanê bibe, li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî dan.

- "Trump emrê vekişînê dabû, lêbelê ev yek hinekî bi derengî ket"

Serok Erdogan herwiha bersiv da pirsên rojnamegeran jî.

Erdogan ji bo pirsa li ser daxuyaniya Qesra Spî ya der heqê navçeya aram da wiha xeberda:

"Der heqê vê mijarê da piştî axaftina me ya êvarê li herêmê wekî ku Brêz Serok jî îfade kir vê bûyera vekişînê dest pê kiriye. Niha mixatabên li vê derê xebatên xwe dimeşînin, dê bimeşînin. Ji xwe hûn jî dizanin, ne tiştekî nû ye, ev tiştekî gelekî ji berê da ye. Brêz Serok Trump der heqê vê mijarê da telîmat dabû, emrê vekişînê dabû lêbelê ev yek hinekî bi derengî ket. Îja piştî axaftina me ya duh êvarê jî ev peywendî dê bibiryar dewam bike. Ji ber ku me biryara xwe daye. Em timî dibêjin 'Dibe ku em şevekê nişkêva werin' û em vê biryardariya xwe didomînin. Ji ber ku êdî nabe ku em gefên rêxistinên terorê yên dijî welatê me qebûl bikin û xwe bêdeng bikin."

- "Em, DEAŞiyan ji van deran bilez derdest bikin"

Serok Erdogan ji bo bibîrxistina daxuyaniya Qesra Spî ku tê da hat destnîşankirin ku berpirsiyariya DEAŞiyên ku bi destê Amerîkayê li Sûriyeyê hatine girtin û tê îdiakirin ku hejmara wan bi qasî deh hezarî ye, jî wiha axivî:

"Ev reqam hinekî nepixandî ne. Niha der heqê wan kesên ku li wê derê di girtîgehan da ne hin reqam hene. Helbet li ser vê mijarê helwesteke me jî heye. Hûn jî dizanin ji welatên cuda yên wekî Almanya û Fransayê li van deran DEAŞî hene. Dibêjin 'Êdî em dixwazin kontrola van DEAŞiyan ji destê xwe derxin, em êdî nikarin li van binihêrin, êdî bes e'. Ka em gaveke çawa bavêjin da ku DEAŞiyên di girtîgehan da em ji van deran bilez derdest bikin, di vê mijarê da ew bi xwe jî dixebitin û me telîmat da hevalên xwe ew jî xebatekê dikin."

- "Ziyaret meha pêşiya me ye"

Erdogan ji bo pirsa, "Gelo maweyê hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Trump ra ku tê plankirin meha bê were kirin, diyar e an na?" jî wiha xeberda:

"Bi îhtimaleke mezin em ê nîvê yekemîn ê meha pêşiya me vê ziyaretê bikin û ev ziyaret dê li Washingtonê be. Helbet di vê ziyaretê da em ê rûbirû û wekî heyet ligel hev rûnin. Derfetê çêbe ku em li ser peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê û geşedanên li herêmê rawestin."

Serok Erdogan ji bo pirsa, "Gelo di hevdîtina ligel Trump da mijara F-35 û Patriotan jî dê were rojevê an na?" wiha got, "Helbet sernaveke girîng jî F-35 e. Ev pêvajo dirêj bû. Ez hêvîdar im ku di hevdîtina me da em ê li ser vê, biryarekê bidin. Helbet ev mijareke girîng e û ji xwe em ê li ser rawestin û biaxivin."

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE