Bûyerên li Kerbelaya Iraqê

15 xwepêşandêrên xwestin bikevin avahiya Meclisê ya li Kerbelaya Iraqê birîndar bûn

Bûyerên li Kerbelaya Iraqê

 Hat ragihandin ku li başûrê Iraqê ji xwepêşandêrên ku xwestin bikevin avahiya Meclisê ya li bajarê Kerbelayê, 15 jê birîndar bûn.

Ji polêsê Kerbelayê Ustegmen Hanî el-Heyderî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku xwepêşandêran duh êvarê jî xwestin bikevin avahiya Meclisa Parêzgehê ku di encama midaxaleya hêzên ewlekariyê da 15 xwepêşandêr birîndar bûn.

Heyderî diyar kir ku di nava birîndaran da yên ku ber xaza rondikrêj birîndar bûn jî hene.

Xwepêşandêr şeva berîn jî xwestibûn bikevin avahiya Meclisa Parêzgehê û di xirecira ku derketibû da jî dîsa hin kes birîndar bûbûn.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE