Bûyerên li Washingtonê

Waliyê Pensilvanyayê bûyerên li Washingtonê weke "hewla derbeyê" bi nav kir

Bûyerên li Washingtonê

Waliyê Pensilvanyayê Tom Wolf bûyera li Washingtonê ku xwepêşander ketin nava avahiya Kongrêsê weke "hewla derbeyê" bi nav kir.

 Li Washingtona paytexta DYAyê, komeke xwepêşanderên hewadarên Donald Trump, bi mebetsa protestokirina rûniştina kongresê ya ji bo fermînasîna encamên hilbijartina serokatiya DYAyê ku 3yê mijdarê hatibû encamdan, barîkata polîsan derbas kirin û ketin nava avahiya Kongrêsê.

Walî Wolf derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Wolf di daxuyaniya xwe de bangawazî li Komarxwazan kir ku şîdetê bisekinînin û wiha got, "Tiştên ku em îro dibînin ne demokrasî ye, hewla derbeyê ye. DYAyê hilbijartin kir û encam eşkere ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE