Çalakiya bibiryar a dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî didome

Çalakiya bibiryar a dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî didome

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin da ku bigihêjin ewladên xwe.

Dayikên Diyarbekirê ji bo revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê wekî berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 973yemîn.

Ji dayikan Sevgî Çagmurê diyar kir, Yavuz Çagmurê kurê wî dema ku li Sakaryayê di zanîngehê da dixwend, birin serê çiyê.

Çagmarê daxuyand, ew wekî dayik biryardar in ku zarokên xwe hildin û wiha dewam kir, "Em heta zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin. Em di têkoşîna xwe da biryardar in, li vê derê ne. Em neketine heyra eyd û şewbê, em li vê derê ne. 7 sal e ez hesreta kurê xwe dikişînim. Kurê min heke tu min dibihîzî, birevin werin, bira ev hesret kuta bibe. Teslîmî hêzên ewlehiyê bibin."

Zebude Onena ku seba Zahîdeya keça xwe çalakiyê dike jî diyar kir, 8 sal e haya wê ji keça wê tuneye.

Onenê daxuyand, ew bi hêviya ku wê bigihêje keça xwe, ji Hekariyê rabû û hat Diyarbekirê û wiha dewam kir, "HDPyê keça min revand, teslîmî PKKyê kir. 8 sal e haya me jê tuneye."

Onenê bangî keça xwe kir û wiha got, "Keça min tu çima teslîmî polêsên me û eskerên me nabî? Hûn hemû werin, teslîm bibin. Keça min me pir bîra te kiriye."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE