Çalakiya dayikan kete roja xwe ya 133emîn

Gevriye Ayhana ji bo qîza xwe Peldayê ya 5 sal berê ew xapandine û Kayapinara navçeya Diyarbekirê revandine çiyê jî beşdarî çalakiyê bû.

Çalakiya dayikan kete roja xwe ya 133emîn

Nobeda dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên wan ên revandine çiyê vegerînin li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr dewam dike û malbatên nû beşdarî vê çalakiyê dibin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine çiyê di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dest pê kiribû. Çalakiya dayikan kete roja xwe ya 133emîn.

Gevriye Ayhana ji bo qîza xwe Peldayê ya 5 sal berê ew xapandine û Kayapinara navçeya Diyarbekirê revandine çiyê jî beşdarî çalakiyê bû.

Ayhan got qîza wê 5 sal berê ji malê derketiye û nezviriye, ji ber vê ew çûye avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr ku aqûbeta qîza xwe hîn bibe.

- "Dixwazim qîza min vegere"

Ayhan anî ziman ji wê ra gotine qîza wê çûye çiyê û wiha axivî: "Qîzikekî çekmece vekir, kaxizek derxist û ji min ra got 'qîza te çûye çiyê'. Piştî 3 mehan qîza min telefon kir û got ew li bajarê Eynulerebê ya li ser sînorê Sûriyeyê ye."

Ayhan got vê çalakiyê hêz daye wê û dema zarokê cînarê wan vegeriyaye ew jî hatiye vir û wiha dewam kir: "Ewil min jê bawer nedikir. Dema zarokê cînarê me vegeriya, min jê bawer kir û ez jî hatin rûnêm. Min ji zarokên xwe ra got 'ezê jî herim rûnêm'. Telefona min her şev di binê balgiyê min da ye, dibêjim dibe ku qîza min telefon bike. Ez benda xebera wê me. Dema ez ewên tên dibînim heman diçim qîza xwe ji wan dipirsim. Dixwazim qîza min vegere."

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE