Dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê 150 roj in li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta xwe didomînin.
Hacîre Akara dayîk ji bo Mehmet Akarê kurê xwe yê dihat îdiakirin HDPyiyan revandine çiyê di 22yê tebaxê da li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û di 24ê tebaxê da gihîştibû kurê xwe.
Hacîre Akar dema gihîşte kurê xwe ev ji bo dayikên cîgera wan dişewite bû mînak. Fevziye Çetinkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û her ku çû hejmara beşdaran zêde bû.
Hatîce Ceylana ji bo Cafer Ceylanê kurê xwe yê 4 sal berê derxistibûn çiyê di 8ê cotmehê da beşdarî çalakiyê bû û di 10ê berfanbarê da gihîşt kurê xwe.
Dayîkên Diyarbekirê yên bi vê encamê hêvîdar bûn çalakiya xwe domandin û di 26ê berfanbarê da mizginî dan Husniye Kayaya dayik. Mekiye Kaya jî ji kampên PKKya rêxistina terorê yên Iraqê revî û teslîmî hêzên ewlehiyê bû. Paşê jî Halîme Kadrana pîrik gihîşt Îbrahîm Halîl Kadranê neviyê xwe û ev jî ji bo dayikên nobetê didomînin, bû moral.
AA