Çalakiya dayikên Diyarbekirê belayî herêmê dibe

Çalakiya dayikên Diyarbekirê belayî herêmê dibe

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, belayî Şirnex, Hekarî, Wan û Mûşê bû û her wisa heta niha 25 malbat gihîştin ewladên xwe û kêfxweş bûn.

Li Diyarbekirê dayik Hacîre Akar di 22yê tebaxa 2019an da ji bo kurê xwe Mehmet Akarê ku bi navbeynkariya HDPyê revandin çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê rûnişt û bi saya hewla xwe dayik Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Têkoşîna wê ji bo dayikên dixwazin bigihêjin ewladên xwe jî bû mînak. Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçer jî li ser tevgera Akarê di 3yê îlona 2019an da li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û bi beşdariya malbatên nû va çalakiya rûniştinê ket roja 632yemîn.

Her wisa hejmara malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji nava lepê terorê xilas bikin jî derket 225an.

Malbatên ku dengê xwe bi hemû Tirkiyeyê dan bihîstin, çalakiya xwe didomînin û ji şaxên cuda yên civakê jî gelek kesî heta niha dayik ziyaret kirin.

- 25 malbat gihîştin ewladên xwe

Zarokên 25 malbatan teslîmî hêzên ewlekariyê bûn û bi vê yekê va hesreta ewladan a van malbatan bi dawî bû. Ev şabûna malbatan ji bo dê û bavên din jî bû hêvî.

Malbat ji xeynî Diyarbekirê li Şirnex, Hekarî, Wan û Mûşê jî çalakiyê dikin da ku zarokên xwe ji terorê xilas bikin.

- Şirnex

Li Şirnexê Hamdiye Aslan û Emine Ustekê ku zarokên wan ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin, 10ê Îlona 2020î li dijiî rêxistinê meş lidarxistin û dû ra li ber avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Herdu dayik her hefte roja pêncşemê meşê li dar dixin, çalakiyê dikin. Her wisa jinên Şirnexî û malbatên şehîd û xaziyan piştgiriyê didin dayikan.

- Hekarî

Li Hekariyê 12 malbatên ku dixwazin ewladên xwe ji destê rêxistina terorê PKKyê xilas bikin, ji 8ê Rêbendana 2021ê vir va li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê du hefteyan carekê roja înê çalakiyê dikin.

Malbatên ku li ser Kolana Cumhuriyetê tên cem hev, ji vir heya ber avahiya HDPyê dimeşin û daxuyaniya çapemeniyê didin.

- Wan

Li Wanê çalakiya ku 26ê Sibata 2021ê bi beşdariya 5 malbatan dest pê kir, her hefte roja pêncşemê bi beşdariya malbatên nû didome.

Malbatên ku hejmara wan gihîşt 32yan, li ser Kolana Cumhuriyetê tên cem hev, ji vir heya ber avahiya HDPyê dimeşin.

Malbat li ber avahiya partiyê qederekê çalakiya rûniştinê dikin û dû ra jî bangî zarokên xwe dikin ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibin.

- Mûş

Li Mûşê 7ê Nîsana 2021ê 2 malbatî li ber avahiya HDPyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin.

Çendek şûnda hejmara malbatan derket 5an û ev malbat rojên çarşeman li ber avahiya bajêr a HDPyê çalakiyê dikin û bertek nîşanî rêxistina terorê û HDPyê didin.

- Îzmir

Mehmet Laçin ku ji bo keça xwe li Diyarbekirê piştgirî dida çalakiya rûniştinê, 7ê Sibata 2020î li Îzmirê li ber avahiya bajêr a HDPyê çalakiya xwe domand ku ji bo emeliyeta baypasê hatibû bajêr.

Piştî Laçin, Yasur Dulgeyê bav û Muhbet Alemdaga dayik jî ji bo ku bigihîjin zarokên xwe tevlî çalakiya li Îzmirê bûn. Malbatan li Îzmirê hin rojan çalakî kirin.

- Berlîn

Têkoşîna dayikên Diyarbekirê ji bo dayikeke li Berlîna paytextê Almanyayê jî bû mînak.

Dayika Nîlufer Tyê Maîde T. ku li Berlînê dijî, ji bo ku keça xwe ya ji 12ê Mijdara 2019an vir va xeberê jê nastîne bibîne, 29ê Sibata 2020î li ber komeleyeke nêzîkî rêxistina terorê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Maîde Tya dayik dû ra derbasî ber Serokwezîriyê bû êdî çalakiya xwe li vir didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE