Çalakiya dayikên Diyarbekirê gihîşte roja 100emîn

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên wan ên revandine çiyê li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bi ziyaretên piştgiriyê va gihîşte roja 100emîn

Çalakiya dayikên Diyarbekirê gihîşte roja 100emîn

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên wan ên revandine çiyê li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin gihîşte roja 100emîn.

Dayika Hacîre Akarê di 22yê tebaxê da li Diyarbekirê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê ji ber ku HDPyê berpirsyar dibîne wan kurê wê revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Di 24ê tebaxê da Hacîre Akar gihaşte kurê xwe.

Têkoşîna dayika Hacîreyê ya ji bo kurê xwe nîşan da ji bo dayikên din ên heman êşê dikşînin bû mînak.

- Hejmara malbatan her ku çû zêde bû

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê têkoşîna Akarê ji xwe ra mînak hildan û di 3ê îlonê da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Çalakiya wan her ku çû berfirehtir bû û hejmara kesên beşdarî vê çalakiyê bûn gihîşte 58an.

- Dayika Hatîce gihîşte kurê xwe

Dayika Hatîce Ceylan ji bo kurê xwe Cafer Ceylanê ku 4 sal berê di 15 saliya xwe da ji Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê hat revandin di 8ê cotmehê da beşdarî çalakiya rûniştinê bûbû duh mizginî hilda ku kurê wê hatiye dîtin.

Ceylanê diyar kir ku kurê wê dema perwerdeya hafiziyê didît hat revandin, tekane daxwaza wê ew e ku bigihêje kurê xwe û wiha axivî: "Ez cara ewil e hatim ber derê partiyê. HDP bila kurê me berde. Zarokên me yên wan nînin ku lê xwedî derdikevin. Kurê me koleyê wan nîne. Bila zarokên me berdin. Heke kurê min me temaşe dike û dengê me dibihîze deriyê me jê ra vekiriye. Ew her tiştê me ye."

Cafer Ceylanê bihîst ku diya wî ji bo dîtina wî beşdarî çalakiya rûniştinê bûye biryar da ku ji rêxistinê bireve.

Tîmên Midûriya Ewlehiya Bajêr a Şanliurfayê bi xebateke serkeftî va ew ji destê rêxistinê xilas kirin.

Dayika Hatîce Ceylan û mêrê wê Abdulkadîr Ceylan piştî hesreteke 4 salan duh kurê xwe hembêz kirin.

Piştî 64 rojan Hatîce Ceylan gihîşte kurê xwe di dilê dayikên din da jî hêviyek çêbû ku ew jî dibe ku bigihêjin zarokên xwe.

Çalakiya 57 malbatan li ber deriyê avahiya partiyê dewam dike, kesên tên ziyareta wan jî piştgiriya xwe didomînin.

- Ji her aliyê civakê ziyaretên piştgiriyê dewam dikin

Di serî da Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Tomas Zdechovsky, balyozên Enqereyê yên 9 welatan, siyasetmedar, rojnamevan, nûnerên saziyên civakî û welatiyan malbat ziyaret kirin, êşa wan parve kirin û gotin ew piştgiriyê didin vê çalakiyê.

- "Em hatin vê derê da ku têkoşîna ji bo ewladê xwe bidin"

Ayşegul Biçer ji bo kurê xwe Mustafa Biçer ku sala 2017an gava 17 salî bû revandin serê çiya, çalakiya rûniştinê dike. Biçerê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo ku kurê wê lê vegere ew têdikoşe.

Biçerê destnîşan kir ku wê qet ji kurê xwe xeber nesitand û lewma jî ew nizane ka kurê wê dijî an na û wiha dewam kir, "Ji me dipirsin, hûn çima li ber avahiya HDPyê rûdinin. Têkoşîneke mafdar e. Ji ber ku ewladên me ji vê derê çûne. Em ewladên xwe ji wan dixwazin. Berê me didin partiyên din ên siyasî. Jixwe hûn ne partiyeke siyasî ne, hûn ligel PKKyê zilma herî mezin li Kurdan dikin."

Biçerê diyar kir ku ew her sibeh bi hêvî hişyar dibin û tên ber avahiya HDPyê ku xeber an jî daxuyaniyekê bibihîzin, lêbelê ev yek ji hêla HDPyê nayê kirin.

Biçerê wiha dewam kir, "Em hatin vê derê da ku têkoşîna ji bo ewladê xwe bidin. Ji zihniyeta CHPyê bo PKKyê her cure alîkarî diçe, lêbelê der heqê dê û bavên dilşewat ku 100 roj e li vê derê rûdinin da tu daxuyanî nehat dayîn. Em li Tirkiyeyê ji halê xwe razî ne. Em PKKyê şermezar û lanet dikin. Ewladekî min tuneye ku bidim PKKyê. Ez Kurd im, ez Kurdîtiya xwe înkar nakim. Heta niha kesî ez bi Kurdîtiya xwe nedarizandime. Em dibêjin êdî bes e. Heya kurê min ji wan veqete û li min vegere, ez ê vê têkoşîna xwe bidomînim. Hezar sal derbas be jî ez ê kurê xwe ji wan ra nehêlim."

- "Em ji HDPyê ewladên xwe dixwazin"

Suheyla Demir ji Agiriyê di hêmbêzê da bi dergûşa xwe ya 1,5 salî hatiye Diyarbekirê da ku ji bo keça xwe Hayala ku 5 sal berê revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê bike. Demirê destnîşan kir ku sala 2014an keça wê xapandin û birin serê çiyê.

Demirê bal kişand ku ev 100 roj e ew çalakiya xwe didomînin û wiha axivî:

"Şaxa ciwaniyê xortan dixapîne. HDP zarokên me dişîne çiyê. PKK çi be HDP jî ew e. Em bo zarokên xwe li vir in. Heta zarokên me nedin me em ji vir naçin. Êdî bes e. 5 sal e em li hêviya zarokên xwe ne. Ez ê keçika xwe ji wan bistînim."

Demirê got ku divê hemû dayik piştgiriyê bidin wan û wiha dewam kir: "Dayikên din jî bila bên vê derê û alîkariyê bidin me. Divê em bi hev ra bixebitin û zarokên xwe ji destên wan derxin. Jimara me çend zêde be dengê me hind zêdetir derkeve. Ya îro bi serê me hatiye dibe sibê bê serê we jî. Êdî bila dayik negirîn."

- "Hêviya me dewam dike"

Ji beşdarên çalakiyê Suleyman Aydin anî ziman ku kurê wî Ozkan berî niha bi 4 salan 15 salî revandine çiyê û wiha got:

"Kurê min li Sûra navçeya Diyarbekirê hat xapandin û birin şandin serê çiyê. Kurê min ji avahiya HDPyê çû çiyê. Ev 4 sal e em ji kurê xwe tu xeberê hilnadin. Ka sax e yan miriye em nizanin. Ev 100 roj e em li vir in. HDP tu agahiyan nade me. Lêbelê hêviya me dewam dike. PKK Kurdan temsil nake, bi tenê Kurdan diemilîne. Ez bangî dewletên Ewropayê dikim. Bila dengê me guhdar bikin. 500 roj jî derbas bibe, heta zarokên me nedin me em ji vir naçin."

- "Em ê zarokên xwe bistînin"

Şevket Bîngol ji bo Tuncay Bîngolê kurê xwe yê ku 5 meh berê revandin serê çiyê çalakiyê dike. Bîngol got ku ew heta ku negihêje kurê xwe wê çalakiyê bidomîne.

Bîngol got, "Di sala 2014an da kurê min birin Teşkîlata Navçeya Arnavutkoyê ya HDPyê û li wir xapandin û revandin serê çiyê" û diyar kir ew bi bawer e ku kurê wî wê were.

Bîngol wiha axivî: "100 roj in ez li vê derê me, hêvîdar im. Ev zarok wê werin. HDPyî dibêjin 'Ev ê herin, wê bêhêvî bimînin.', lê bira teqez li hêviya tiştekî wisa nesekinin. Biryara me teqez e. Em ê zarokên xwe bistînin."

Bîngol bangî civaka navneteweyî kir û got ku piştgiriyê nedin rêxistina terorê.

Bîngol wiha axivî: "Sîlahan didin van, ew jî pê gula berdidin dewleta Tirk. Kurê min 14 salî bû. Destê wî yê qelemê bû, çima birin serê çiyê û sîlah dan dêst? HDPyî dibêjin 'Em gelê Kurd diparêzin.' lê çima li cem me nînin? Heta ku zarokên me neyên em ê rûnên."

- "Şilî jî bibare, herî jî çêbe û berf jî bibare em nobetê naterikînin"

Husniye Kaya jî ji bo keça xwe ya Mekiye ya ku 5 sal berê di 14 saliya wê da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye. Kayayê bi Kurdî daxuyanî da û got ku haya wê ji keça wê tuneye û wê pir bîra keça xwe kiriye û wiha dewam kir:

"Madem dayika Hacîre li vê derê çalakî kir, em jî wek wê hatin vir û me got belkî em jî ewladê xwe distînin. Dayika Hacîre ji me ra bû mînak. Şilî jî bibare, herî jî çêbe û berf jî bibare em nobetê naterikînin. Ez dizanim HDPyê keça min bir. Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim. Hezar sal be jî heya ez keça xwe hilnedim û nebim, ez vê nobetê terk nakim."

Kayayê bangî keça xwe kir û wiha got:

"100 roj in ez çalakiyê dikim, nexweş û perîşan im. Ne şeva min şev e, ne roja min roj e. Tu hê 14 salî bûyî, tu xapandin, dan destê PKKyê. Heya tu neyê ez ji vê derê naçim. Keça min firsendekê bibîne û teslîmî eskeran bibe. Te heya destê xwe nexista binê serê min, tu ranedizayî, tu vêga tenê çawa radizêyî? Tu xurekekî germ naxwî, di nav nivînekî germ da ranazê. Ew rêyeke xerab e, rêya mirinê ye. Guh bide diya xwe û were."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE