"Çalên ku me li Deryaya Reş vedane ne yên pêşî ne û wê ne dawîn jî bin"

Serokomar Erdogan weke online beşdarî Merasîma Pêxistina Xazê ya Saheya Sakaryayê bû

"Çalên ku me li Deryaya Reş vedane ne yên pêşî ne û wê ne dawîn jî bin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê xaza Siruştî ya saheya Sakaryayê got, "Çalên ku me li Deryaya Reş vedane ne yên pêşî ne û wê ne dawîn jî bin."

Serokomar Erdogan weke online beşdarî Merasîma Pêxistina Xazê ya Saheya Sakaryayê bû û gotarek pêşkêş kir. 

Serokomar Erdogan di destpêka axafitna xwe de behsa şewata li Manavgata navçeya Antalyayê kir û hêviyên derbasiyê li welatiyan kir û wiha got, "Dê bûyer bi hemî rehendên wê ve bê lêkolînkirin û dê piştevanî ji bo welatiyên me yên ku zirar jê dîtin bê kirin."

Erdogan derbarê xaza Siruştî ya saheya Sakaryayê got, "Çalên ku me li Deryaya Reş vedane ne yên pêşî ne û wê ne dawîn jî bin. Piştî ku xaza Deryaya Reş têkeve dewrê, dê îhtiyaca xwe derveyî kêm bikin."

Erdogan ji bo xebatên sondajê wiha got, "Xwestin bi mueyyideyan, bi tehdîdan, bi şatajan me bitirsînin lê me rê neda vê yekê. Di warê sondajê de em gihiştin desthilatekê û me piştbestina xwe ya derekî qedand. Xaza Deryaya Reş ya ku me bi sedan metro ji bin erdê derxist îro emê cara yekê li cihê wê pêxînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE