"Çareseriya qeyrana li Lîbyayê bi çareseriyeke eskerî çênabe"

Di hevdîtinên navbera Turkiye û Rusyayê da baweriya ku çareseriya qeyrana li Lîbyayê bi çareseriyeke eskerî çênabe hat dubarekirin.

"Çareseriya qeyrana li Lîbyayê bi çareseriyeke eskerî çênabe"

Di hevdîtinên navbera Turkiye û Rusyayê da baweriya ku çareseriya qeyrana li Lîbyayê bi çareseriyeke eskerî çênabe hat dubarekirin.

Wezareta Karên Derva der heqê "Şêwra Asta Bilind a Tirk-Ûris" a li ser mijara Lîbyayê hat kirin daxuyaniyeke hevpar weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo dawî li qeyrana Lîbyayê bê û bingeha çareseriyeke siyasî bê danîn lîderên Turkiye û Rusyayê di 8ê Rêbendanê da li Stenbolê hatin bal hev û serdestiya Lîbyayê, yekîtiya axa wê, serxwebûn û bihevratiya welêt jî di çarçoveya rê û rêgez û Şertên Neteweyên Yekbûyî (NY) da qebûl kirin.

Turkiye û Rusyayê ji bona li Lîbyayê şert û mercên agirbesteke mayînde û domdar çêbin biryar dan ku hewldanên hevbeş bidomînin.

Herdu welêtan jî ragihand ku qeyrana li Lîbyayê bi çareseriyeke eskerî hel nabe û mijar bi pêşengiya Lîbyayiyan û bi xwedî derketina wan va bi hêsankirina NYê va pêkan e bê çareserkirin

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di hevdîtinên navbera Turkiye û Rusyayê da baweriya ku çareseriya qeyrana li Lîbyayê bi çareseriyeke eskerî çênabe hat dubarekirin. Ji bo ku li Lîbyayê şert û mercên agirbesteke mayînde û domdar çêbibe biryar hat dayîn ku hewldanên hevbeş wê bidomîn. Di mijara Lîbyayê da Koma Xebatê ya Şirîk wê bê avakirin û tê payîn ku di demeke nêz da ji bo şêwrê li Moskovayê hevdîtin bên kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE