Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî û Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli: "Di meha Nîsanê da di çavdêriyên şewba Kovîd-19ê da 11 milyon û 463 hezar û 48 kontrol hatine kirin."
Çatakli li Salona Konferansê ya Wezareta Karên Navxweyî di Civîna Agahdarkirinê ya Mehane da axivî.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli ragihand di meha Nîsanê da di çavdêriyên şewba Kovîd-19ê da 11 milyon û 463 hezar û 48 kontrol hatine kirin.
Çatakli destnîşan kir di meha Nîsanê da 10 hezar û 759 operasyonên ewlehiyê yên navxweyî hatin kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli got ku di meha Nîsanê da 8 jê qaşo serkirde 115 terorîst hatin berterefkirin."