"Çavê me di ax û desthilatdariya kesî da nîne"

Erdogan li Bakuya paytextê Azerbeycanê di TEKNOFEST Azerbeycanê da beşdarî Roja Çavdêrî Bijarte bû û li vir axivî.

"Çavê me di ax û desthilatdariya kesî da nîne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Çavê me di ax û desthilatdariya kesî da nîne û wekî din em bihustek axa xwe jî nadin kesên ku niyeta wan xebîs e."

Erdogan li Bakuya paytextê Azerbeycanê di TEKNOFEST Azerbeycanê da beşdarî Roja Çavdêrî Bijarte bû û li vir axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser pêwendiyên Tirkiye û Azerbeycanê û wiha got, "Me pêwendiyên xwe yên dualî wisa zexim kirine ku ne tenê ji bona herêmê ji bona hemû dinyayê dibe mînak."

Erdogan got ku çavê me di ax û desthilatdariya kesî da nîne û wekî din em bihustek axa xwe jî nadin kesên ku niyeta wan xebîs e.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der barê Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev da destnîşan kir ji bona aştî û îstiqrara herêmî Îlham Eliyevê birayê wî yê ezîz dixwaze bi Ermenistanê ra aştiyeke mayînde çêke û got ku Tirkiye jî destekeke mezin dide vê hewldanê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE