Çavên Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da li rêya ewladên wan e

Çavên Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da li rêya ewladên wan e

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê Eyda Remezanê da jî didomînin da ku bigihêjin ewladên xwe.

Dayikên Diyarbekirê ji bo revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê wekî berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 974emîn.

Rahîme Taşçi ji bo Farukê kurê xwe yê ku di 15 saliya wî d revandin serê çiyê, ji Qersê hat û çalakiyê didomîne. Taşçiyê got ku 8 sal e haya wê ji kurê wê tuneye.

Taşçiyê daxuyand ku wê pir bîra kurê xwe kiriye û wiha dewam kir, "16 eyd in ku min kurê xwe nedîtiye. Min berê bi kurê xwe ra eyd xweş derbas dikir. Lê 8 sal e min ne eyd kiriye ne jî çûm cihekî. Ez li vê derê çavdêriya Faruk dikim. Vê gavê ewladê min were, ji bo min dibe cotek eyd."

Taşçiyê bangî ewladê xwe kir û wiha got, "Heke tu min dibihîzî û dibînî, têlefonekê veke, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. 35 zarok hatin, kurê min tu jî were."


Nurettîn Odumlu seba Yusufê kurê xwe yê ku revandin serê çiyê, ji Sêrtê hat û çalakiyê dike. Odumlu jî got ku 9 sal e wî ewladê xwe nedîtiye, dengê wî nebihîstiye.

Odumlu daxuyand ku wan eyda xwe jî di nobeta ewladan da derbas kir û ew heta negihîjin ewladên xwe, biryardar in ku çalakiyê bidomînin.

Odumlu wiha got, "18 eyd in min ewladê xwe nedîtiye. Ez hesreta ewladê xwe me, ez dixwazim ku eyda xwe bi wî ra derbas bikim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE