Çavuşoglu bersiva Wezîrê Rûm da

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu (ji wezîrê Rûm ra): "Serokê te ev red kir. Ewil ka em ê çi mizakere bikin, divê em di serî da biryara vê bidin"

Çavuşoglu bersiva Wezîrê Rûm da

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser mijara fedarasyonê ya ku ji hêla Wezîrê RûmQibrisê anîbû rojevê wiha got: "Serokê te ev red kir. Ewil ka em ê çi mizakere bikin, divê em di serî da biryara vê bidin."

Li gor agahiyên ku hatin hildan, Çavuşoglu û Nîkos Hrîstodoulîdîsê Wezîrê Karên Derva yê Qibrîsa Başûr yê rêveberiya Rûm li New Yorkê di avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da rastî hev hatin. Wezîrê Rûm destê xwe da Çavuşoglu û wiha got: "Em û hûn çima di mijara federasyonê da niha li hev nakin?"

Wezîr Çavuşoglu jî li ser vê wiha got: "Min berê jî gotibû û careke din jî bibêjim. Ji bo mizakereyê mizakere nayê kirin. Serokê te ev red kir. Ewil ka em ê çi mizakere bikin, divê em di serî da biryara vê bidin."

Hrîstodulîdîs jî li ser bersiva Çavuşgolu wiha got: "Eşkere ye em ê çi mizakere bikin. Federasyoneke li ser du civata divê were ava kirin. Li wir çimkî du alî hene. Konfederasyon yan jî du dewletên cuda nabe. Vê ji bîr bikin."

Çavuşoglu jî li ser vê hevdîtina xwe ya 2 sal beriya vê li Crans-Montana bajaroka Swîsreyê bi bîr xist û wiha axivî: "Sefer dûmahiyê Anastasîadîsê serokê te mijara konfederasyonê anî rojevê. Par jî carekê got federasyon û careke jî dîsa behsa konfederasyonê kir. Ewil ka em ê çi mizakere bikin, divê em di serî da biryara vê bidin. Em çend sal e ji bo çareserkirina vê meseleyê dixebitin. Em hem di dema Planê Annan da, hem jî ya Crans Montanayê da ji bo çareseriyê xebitîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE