Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanî dijmintiya Îslamê û biyaniyan a li Ewropayê da.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Dema ku meriv rastiyan ji li rûyê wan dibêje, nîjadperestên çewisandî yên Ewropayê cardin xwe nîşan dan. Dixwazin ji dijmintiya Îslam û biyaniyan prîm bikin. Êdî wext hatiye ku meriv ji polîtîkavanên geveze yên Ewropayî ku hişmendiya faşîst bi wan ra heye ra bêje 'bisekine'."
AA