Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Îzlandayî ra axivî

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi telefonê bi Gudlaugur Thor Thordarsonê Wezîrê Karên Derva yê Îzlandayê ra axivî û got ku miameleya neyînî ya li balafirgehê ya ku Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya A li Îzlandayê rast hat nayê qebûlkirin

Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Îzlandayî ra axivî

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi telefonê bi Gudlaugur Thor Thordarsonê Wezîrê Karên Derva yê Îzlandayê ra axivî û got ku miameleya neyinî ya li balafirgehê ya ku Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya A li Îzlandayê rast hat nayê qebûlkirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Çavuşoglu li ser miameleya ku rayedarên Îzlandayî dema qefleya Tîma Neteweyî ya ku li Balafirgeha Keflavîkê peya bû kirin bi Wezîrê Karên Derva yê Îzlandayê Thordarson ra axivî.

Çavuşoglu di axaftinê da got ku 3 hefte beriya ku Tîma Neteweyî bigihêje Îzlandayê û demildest beriya seyahetê du caran Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Osloyê û Serkonsolosê Fexrî yê Reyjkjavîkê îxbarname dan digel van miameleya dijî Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ya li balefirgehê nayê qebûlkirin.

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE