Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî re bi telefonê axivî

Wezîrê Karê Derva Mevlut Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Mike Pompeo ra li ser têlefonê axivî

Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî re bi telefonê axivî

Wezîrê Karê Derva Mevlut Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Mike Pompeo ra li ser têlefonê axivî.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Wezîr Çavuşoglu û hevtayê wî yê Amerîkayî Pompeo li ser têlefonê axivîn. Di hevdîtinê da herdu wezîr li ser vekişandina yekîneyên Amerîkayê yên li Sûriyeyê axivîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî dabû û wiha gotibû:

"Di dema serokatiya min da li Sûriyeyê tekane sedema me ya mayînê hebûna DEAŞê bû. Me ew jî têk bir. "

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê jî wiha gotibû, "Digel ku em di şerê DEAŞê da derbasî merheleyeke nû bûn, me dest pê kir û em eskerên Amerîkayê paşve dikşînin."

Di nûçeyên medyaya Amerîkayê ku dispartin rayedarên Karên Derva da jî hatibû îdiakirin ku Wezareta Karên Derva wê di nav 24 saetan da hemû personelên xwe yên li Sûriyeyê paşve bikşîne û eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê jî wê di nav 60 û 100 rojî da ji welêt vekişin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE