Çavuşoglu bi Nêçîrvan Barzanî re axivî

Barzanî di axaftina bi telefonê de diyar kir ku der barê êrîşa di encama provokasyona PKKya rêxistina terorê ya ser herêma baregehê ya Artêşa Tirkiyeyê de tevdîrên hewce sitandin û der barê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Çavuşoglu bi Nêçîrvan Barzanî re axivî

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re bi telefonê axivî.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Wezîr Çavuşoglu bi Barzanî re bi telefonê axivî.

Serokwezîrê HKIyê Barzanî di axaftinê de diyar kir ku der barê êrîşa di encama provokasyona PKKya rêxistina terorê ya ser herêma baregehê ya Artêşa Tirkiyeyê de tevdîrên hewce sitandin û der barê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Wezareta Parastina Neteweyî di daxuyaniya nivîskî de gotibû ku di encama provokasyona PKKya rêxistina terorê li ser baregeha me ya li bakurê Iraqê êrîşek hat kirin. Di êrîşê de qismen xisara wesayît û melzemeyan çêbû. Der barê bûyerê de tevdîrên hewce tên girtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 18:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE