Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya li Iraqê da wê Bexda û Hewlêrê ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva Çavuşoglu 11-12ê Cotmeha 2018an da wê here Iraqê.
Hat destnîşankirin Çavuşoglu li Bexdayê wê bi Serokomar Berhem Salih ra bicive û wek mayîn bi pêşengên siyasî yên Iraqê û nûnerên Tirkmenan ra bê bal hev.
Li gor agahiyan Çavuşoglu di serdana xwe da wê li Hewlêrê jî civînên curbecur bike.
Hat diyarkirin di serdanê da wê têkiliyên Tirkiye û Iraqê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.
AA