Çavuşoglu digel Cîgirê Serokê Komîsyona YEyê Schinas civiya

Çavuşoglu digel Cîgirê Serokê Komîsyona YEyê Schinas civiya

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê digel Cîgirê Serokê Komîsyona YEyê Margaritis Schinas civiya.
Çavuşoglu hevdîtina xwe ya digel Schinas ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand.

Wezîr Çavuşoglu wiha got, "Digel Cîgirê Serokê Komîsyona YEyê Schinas di serî de pêşhatên li Belarûsê em derbarê pirsên koçê yên li herêma me axivîn."

Li gorî agahiya ku ji Delegasyona Tirkiyeyê ya YEyê hat sitendin, tê çaverêkirin Schinas sibê digel Cîgirê Serokomar Fuat Oktay hevdîtinekê li dar bixe û digel Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu bicive."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE