Çavuşoglu: Ew mecbur in ku li gor vê belgeyê tevbigerin

Çavuşoglu:"Heke li vir dijî Türkiyeyê gefxwarinek çêbibe, wê guh nedê û berteref bike"

Çavuşoglu: Ew mecbur in ku li gor vê belgeyê tevbigerin

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê mixtiraya sêalî ya di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê da wiha got: "Ew mecbur in ku li gor vê belgeyê tevbigerin. Heke wisa tevnegerin, em ê wan hilnedin NATOyê."

Çavuşoglu beşdarî bernameyeke zindî ya televizyona NTVyê bû û pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîr Çavuşoglu der barê mixtiraya sêalî ya di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê da wiha got: "Di belgeyên me dan wan da em nîşan didin ku têkiliya PYD û PKKyê bi hev ra heye. Wek vê em belgeyên nîşan didin ku divê ew kîjan terorîstan bidin me, kî beşdarî terorê bûye, kî piştgirî daye terorê, sûcên kî heye em bi delîl nîşan didin. Di vir da durûtiya Amerîkayê heye. Ya Faransayê û hin welatên din jî heye. Wek encam wan xwest bibêjin 'binihêrinAmerîka jî piştgiriyê dide', lê me şertên xwe bi eşkere got. Mecbur man ku vê qebûl bikin. Li vir hemû cureyên terorê, şaxên wan, piştgirên wan li holê ye. Wek encam ew mecbur in ku li gor vê belgeyê tevbigerin. Heke wisa tevnegerin, em ê wan hilnedin NATOyê."

"Heke li vir dijî Türkiyeyê gefxwarinek çêbibe, wê guh nedê û berteref bike"

Çavuşoglu li ser pirsa "heke Fînlandiya û Swêd guh nede madeyên mitebaqatê hûnê çi bikin" jî wiha axivî: "Li holê belgeyek heye. Mitebaqatên me yên bi Amerîka û Rûsyayê ra hene. Divê wan jî van terorîstan bikişandina 30 kîlomêtro başûr, lê nekişandin. Di demên dawîn da rêxistina terorê hem di nav Sûriyeyê û hem jî ji Sûrieyeyê êrîşên dijî axên me zêde kir em niha çi dikin. (Li Sûriyeyê) Em ê bi xwe navika xwe bibirin. Heke ev welêt li ser soza xwe nesekinin em ê li gor wê gavên xwe bavêjin. Heke li vir dijî Tirkiyeyê gefxwarinek çêbibe, emê guh nedin û berteref bikin. Mijar ev e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE