Çavuşoğlu li Venezuelayê ye

Çavuşoğlu: Divê em bi pereyê xwe yê neteweyî tîcaretê bikin

Çavuşoğlu li Venezuelayê ye

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu serdaneke fermî bo Venezuelayê pêk anî. wezîr li wê derê careke din banga bazarganiyê ya bi pereyên neteweyî ya Serok Recep Tayyip Erdoğan bi bîr xist. Çavuşoğlu ligel hevmeqamê xwe jorge arreaza jî civiya û got: “em ne li dijî pereyê tu welatan in; lê divê pere nebe amûreke êrîşê ya li dijî aboriyan.” Çavuşoğlu bi serokê venezûleyê nicolas maduro re jî civiya.

Çavuşoğlu: Em dixwazin tîcaret û bazirganiyê bi pereyê xwe yê xwemalî bikin. Ne tenê Venezuela, li welatên din jî em dixwazin bi pereyên wî welatî danûstandinê bikin.

Wezîrê Karên derve Mevlüt Çavuşoğlu ziyareteke fermî li Venezuleyê kir û li paytext Karakasê ligel wezîrê karên derve yê Venezûelayê Jorge Arreaza civiya.

Çavuşoğlu careke din banga pereyên neteweyî ya serok Recep Tayyip Erdoğan dubare kir.

Çavuşoğlu rexne li helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya piştî kirdariyan girt û got “cureyê pereyan bila nebe navgîneke êrîşan.”

Çavuşoğlu: Ji ber ku Emerîka dolar wek navgîneke êrîşê diemilîne, dewletên din jî dixwazin bazirganiya di navbera xwe de bi pereyên xwe bikin. pere divê li dijî aboriya welatên din nebe sîleh.

Wezîr Çavuşoğlu bal kişand ser helwesta Tirkiyê ya li hemberî êrîşên aboriyê yên Emerîkayê.

Çavuşoğlu: Pirr caran êrîşî Tirkiyê jî kirin, lêbelê welatê me gelekî li ber xwe da û ji bo ku aboriya xwe xurttir bike hemû tevdîrên ekonomîk girtin. Hevkariya welatê me ya ligel welatên din dikare vê pirsgirêkê têk bibe.

Çavuşoğlu pişt re ligel alîkarê serokdewlet Delcy Rodriguez û serokdewlet Nicolas Maduro civiya.

Çavuşoğlu hevdîtina ligel Maduro nirxand û got: “di navbera her du welatan de têkiliyên wekî biratiyê hene, di van rojên dijwar de em ê hevkariya xwe zêdetir bikin. Em ê bi her awayî pişta dewleta Venezuelayê û gelê wê bigrin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE