Çavuşoğlu: Tevkarî ji bo îstikrara herêmê girîng e

Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoğlu li Rûsyayê ye. Mijara sereke ya hevdîtinan sûriye ye.

Çavuşoğlu: Tevkarî ji bo îstikrara herêmê girîng e

Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoğlu li Rûsyayê ye. Mijara sereke ya hevdîtinan sûriye ye.

Wezîrê karên derve Mevlüt Çavuşoğlu li Rûsyayê bi hevmeqamê xwe Sergey Lavrov re civiya.

Çavuşoğlu beriya civînê daxuyanî da û got “Em ê danûstendinan bikin da ku em çawa dikarin têkiliyên xwe yên dualî bi pêş bixin.”

Mevlüt Çavuşoğlu destnîşankir ku ji bo îstikrara herêmê tevkariya Tirkiye û Rûsyayê girîng e.

Çavuşoğlu ragihand ku civîna bê ya lîderên Tirkiye, Îran û Rûsyayê ya derbarê Sûriyeyê de hat axaftin.

Lavrov jî got ku têkiliyên dualî yên leşkerî û teknîkî yên Tirkiye û Rûsyayê bi pêş dikevin.

Dîroka nûkirinê: 24 Tebax 2018, 12:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE