Çavuşoglu:Berdêla wê her çi be dê rojhilatê Feratê bê paqijkirin

Çavuşoglu di axatina xwe ya di merasîma eydaniyê de ya ku bi boneya Eyda Qurbanê hat lidarxistin destnîşan kir ku li hember tehdîdên derekî tedbîrên pêwîst sitendine.

Çavuşoglu:Berdêla wê her çi be dê rojhilatê Feratê bê paqijkirin

Wezîrê Karê derve Mevlut Çavuşoglu derbarê operasyona dijî rojhilatê Feratê de got, "Çawa ku Efrîn ji YPG, PKKê hat paqijkirin û Cerablus ji DEAŞê hat paqijkirin dê rojhilatê Feratê jî ji YPG, PKKê bê paqijkirin. Berdêla wê her çi be dê bê paqijkirin. Di biryardariya me ya li wêderê de ti tişt nehatiye guherîn. Emê îdî misaedê nedin ku Amerîka jî me bixe pêvajoyeke sêwixandinê ya weke li Minbicê."

Çavuşoglu di axatina xwe ya di merasîma eydaniyê de ya ku bi boneya Eyda Qurbanê hat lidarxistin destnîşan kir ku li hember tehdîdên derekî tedbîrên pêwîst sitendine. 

Wezîr Çavuşogluu anî ziman ku derbarê pêvajoya ji bo rojhilatê Feratê gavan diavêjin û biryardariya xwe nîşan didin û wiha axivî:

"Em derbarê rojhilatê Feratê wiha dibêjin, ya emê pêkve paqij bikin yaxud dê Tirkiye têkeve wêderê de û wan terorîstan paqij bike. Çawa ku Efrîn ji YPG, PKKê hat paqijkirin û Cerablus ji DEAŞê hat paqijkirin dê rojhilatê Feratê jî ji YPG, PKKê bê paqijkirin. Berdêla wê her çi be dê bê paqijkirin. Di biryardariya me ya li wêderê de ti tişt nehatiye guherîn. Emê îdî misaedê nedin ku Amerîka jî me bixe pêvajoyeke sêwixandinê ya weke li Minbicê."AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE