"Çawa ji berê da dijî tundiya li ser jinan têdikoşin em ê îro jî û sibê jî têkoşîna xwe bidomînin"

"Çawa ji berê da dijî tundiya li ser jinan têdikoşin em ê îro jî û sibê jî têkoşîna xwe bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Çawa ji berê da em dijî tundiya li ser jinan û ji bona jin mafên xwe yên însanî biemilînin têdikoşin, em ê îro jî û sibê jî vê têkoşîna xwe bidomînin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Civîna Nasandina Plana Xebatê ya Neteweyî ya 4emîn ya Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir têkoşîna wan ya dijî tundiya li ser jinan bi Peymana Stenbolê dest pê nekiriye û bi vekişîna ji peymanê jî naqede û wiha axivî, "Çawa ji berê da em dijî tundiya li ser jinan û ji bona jin mafên xwe yên însanî biemilînin têdikoşin, em ê îro jî û sibê jî vê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em tundiya li ser jinan mîna têkoşîna dijî şewbê nekin amûrê nîqaşên siyasî û ji dil û can û bêalî li serê bisekinin."

Erdogan der barê têkoşîna dijî tundiya li ser jinan da diyar kir bi plana xwe ya xebatê ya nû têkoşînê hê xurttir dikin û wiha pê da çû, "Li gor şert û mercên diguherin û pêwîstiyên nû em ê her cure tevdîrên îdarî û qanûnî hildin. Me hedefa ewil ya Plana Xebatê ya Neteweyî ya 4emîn ya Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan wek guherandina rêziknameya têkoşîna dijî tundiyê û sepandina wê destnîşan kir."

Serok Erdogan destnîşan kir ji bona kesên tundiyê dikin û kesên îhtimal heye tundiyê bikin perwerdeya kontrolkirina hêrsê didin destpêkirin û wiha peyivî, "Têkoşîna dijî tundiya li ser jinan tenê bi beşdariya hemû civakê û tevkariya bi dilsozî bi ser dikeve. Têkoşîna dijî tundiya li ser jinan di heman demê da têkoşîna parastina heq, hiqûq û rûmeta dayîk, jin û keçikên me ye ku her yek ji wan perçeyekî ji canê me ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE