Çelik:Çi qewimî be Tirkiye dê eşkere bike

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê bûyera Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da ku li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî hat kuştin wiha got: "Tirkiye çi qewimî be wê eşkere bike. Bila gumana kesî jê çênebe."

Çelikê li Meydana Galatasarayê beşdarî merasima ku ji bona Ara Guler hat çêkirin bû piştî merasimê der barê kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçî da daxuyanî da rojnamevanan.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik der barê kuştina Kaşikçî da destnîşan kir Tirkiye çi qewimî be wê eşkere bike û got bila gumana kesî jê çênebe, em lêpirsîna xwe ya serbixwe didomînin.

Omer Çelik diyar kir ji bona Tirkiyeyê meseleya namûsê ye ku bûyera Kaşikçî eşkere bikin û wiha got: "Wê hemû derfet bên emilandin û bê eşkerekirin. Îradeya Serokomarê me jî wiha ye."

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir zû bi zû kesî sûcdar nakin, lê naxwazin tu tiştek jî veşartî bimîne û wiha got: "Bûyereke mezin û giran e. Hemû însan qehirîne. Hemû dinya bi baldarî dişopîne. Tê xwestin ku otorîteyên Tirk û serdozgerî bi baldarî li ser bûyerê bixebite."

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE