"Charlîe Hebdo bûye navenda cihê ku nefret jê belav dibe"

Berdevkê AK Partiyê Çelîk got,"Her kesê xwedî aqlê selîm û rêza wê ji baweriyê ra heye divê vê weşana nefretê ya li hemberî Serokkomarê me hatiye kirin şermezar bike."

"Charlîe Hebdo bûye navenda cihê ku nefret jê belav dibe"

 Berdevkê AK Parti yê Omer Çelîk daxuyand hişmendiya kovara Fransî Charlîe Hebdoyê ne azadiya fikr û ramanê ye, dijminatiya baweriyê ye û wiha got: "Ev hişmendî gihîştiye asteke kerihînê."

Ji ber ku kovara Charlîe Hebdoyê di berga xwe da karîkaturê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xêz kir Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê vê mijarê da daxuyanî da.

Çelîk got ev kovar nefretê belav dike û wiha axivî: "Em weşanên bêexlaq ên der barê serokomarê me da bi tundî şermezar dikin. Ev ne azadiya fikr û ramanê ye, dijminatiya baweriyê. Ev hişmendî gihîştiye asteke kerihînê. Azadiya fikirê bi dijminatiya baweriyê va binpêkirin hovîtî ye. Em dibînin ku eniya hovîtiyê berfireh dibe. Em bibiryar in ku li hemberî hemû eniyên dijminatiyê ra têkoşînê bidin. Em dizanin ew çima êrîşî baweriya me û serokomarê me dikin, siyaseteke nefretê dikin. Ew dijminê nirxên me yên ku em ji bo wan têkoşînê didin in. Em jî bi biryar in ku li hemberî vê hişmendiyê têkoşînê bidin."

Berdevk Çelîk got Serokomar Erdogan ji bo mezlûman bibiryar tevdigere û nefreta wan kesan jî zêde dibe lê ewê ne li qadê û ne jî li maseyê bi ser bikevin û wiha dewam kir: "Her kesê xwedî aqlê selîm û rêza wê ji baweriyê ra heye divê vê weşana nefretê ya li hemberî Serokomarê me hatiye kirin şermezar bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE