CHPyê ji bo sekinandina jimartina reyên Maltepeyê îtiraz kir

Li Maltepeya navçeya Stenbolê lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem bi pirdengî biryar dabû ku jimartina hemû reyên heta niha li termînalan hatine jimartin werin betalkirin

CHPyê ji bo sekinandina jimartina reyên Maltepeyê îtiraz kir

Li Maltepeya navçeya Stenbolê lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem bi pirdengî biryar dabû ku jimartina hemû reyên heta niha li termînalan hatine jimartin werin betalkirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo vê biryarê îtiraz kir.

Daxwaznameya îtirazê ya CHPyê bi rêya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Maltepeyê ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ra hat şandin.

Di daxwaznameyê da hat gotin ku ji aliyê hiqûqê va şaş e ku jimartin hatin betalkirin, termînal hatin girtin û termînala nû nayê avakirin.

CHPyê di daxwaznameya xwe da wiha got: "Piştî vê pêvajoyê îtirzakirina jimartinên termînalan li dijî  armanca Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ya bira jimartin demildest kuta bibeyê ye. Yek jî îtiraz wê bibe sedem ku torbeyên reyê wê timî vekirî bimînin û binpêkirina mafan wê encam bide. Ev rewş jî wê ewlehiya hilbijartinê têxe talûkeyê. Lijneya hilbijartinê ya navçeyê nikare wek lijne biryara betalkirina jimartina reyên li termînalan û avakirina an jî neavakirina termînalên nû bide."   

CHPyê di daxwaznameya xwe da got ku ji ber van sedeman bira biryarên ku lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem yên Maltepeyê ji binî va werin rakirin.

Her wiha CHPyê ji LHByê xwest ku heke lijne wê biryara rakirina biryarên lijneyên hilbijartinê yên Maltepeyê nede, bira ji bo jimartina reyan 100 termînalên cuda werin avakirin. 

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE