"CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya neteweyî nedaye"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya ji sandoqê derdikeve nedaye. CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya neteweyî nedaye."

"CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya neteweyî nedaye"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya ji sandoqê derdikeve nedaye. CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya neteweyî nedaye."

Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê beşdarî Civîna Serokên Xebatên Hilbijartinê ya Berfireh bû û li vir axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya ji sandoqê derdikeve nedaye û got ku CHPyê tu wextî siyanetê nîşanî îradeya neteweyî jî nedaye.

Erdogan diyar kir CHP cardin warisên kesên ku di 12ê Îlonê da li Turkeş û hevalên wî êşkenceyên giran kirin û bi îdamê darizandin derdixe meydanê û wiha got: "Bawer dikim wek AK Partî û Îtifaqa Cumhur em çiqas têkiliya jidil ya bi gelê xwe ra xurt bikin wê CHP marjînal bibe û ji nav denklema siyasetê derkeve."

Serokk Erdogan destnîşan kir înşellah hilbijartinên di pêş da wê bibe mîlad ku CHP bi temamî ji holê rabe.

Erdogan destnîşan kir wê koteya şekirê ku nîşasta tev e ji sedî 5ê daxin ji sedî 2,5ê.

Erdogan diyar kir meseleya paşdadayîna berdêla dermanên SMAyê çareser kiribûn û got ku me cureyên din yên vê nexweşînê jî tevlî sepana paşdadayîna berdêlê kir.

Serokk Erdogan diyar kir niha rezerva komirê ya welatê wan gihêştiye 20 milyar tonî û wiha got: "Bi temamî qîmeta rezerva komirê ya Tirkiyeyê derdora 300-350 milyar dolarî ye. Hedefa me ew e ku rezerva heyî bi temamî feydeyê bide welatê me."

Erdogan der heqê madenên li herêma Soma Işiklarê ne jî wiha got: "Di heyama pêş da wê şirketeke Saziya Komirê ya Tirkiyeyê bixebitîne. Niha 2 hezar û 400 xebatkarên di van madenan da dixebitîn di Şirketa Komirê ya Tirkiyeyê da bikadro ne û wê dîsa bi heman şertan di kanên madenê da bixebitin."

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE