Erdogan li Sêrtê di bernameya "Civanên Civaka Sivîl" de digel nûnerên civaka sivîl civiya.
Serokomar Erdogan anî ziman ku çiqas hezîmetên rêxistina terorê zêde dibin ewqas jî Xwedê zanê dê îtîraf, qelaşî û namerdî derkevin holê û wiha got, "Bi derbasbûna dermê re dê baştir xuya bike ku rêxistina cihêxwaz a ku taşerontiya emperyalîstên ku li welatê me, niyetên wan ên xirap hene dike û keriya qatîlan e."
Erdogan tekezî li wê yekê kir ku cihê terorê û siyaseta Qendîlê li Tirkiyeyê û herêmê tune ye û got, "Take ciwanekî me, ewladekî me tune ye ku em ji dranên dirinde ên terorê re û heşhaşiyên îroyîn re bihêlin.
Erdogan wiha pê de çû:
"Emê ti carî meydanê ji wan kesan re yên ku zarokên xwe di nava xweşiyê de didin xwedîkirin û ewladên vî welatî dişînîn mirinê û kuştinê, nehêlin."