"Çima min hesretî ewladê min dihêlin?"

Songul Altintaşa dayik: "Çi heqê wan heye ku şeş salan vê êş û kederê bînin serê me? Çima min hesretî ewladê min dihêlin?"

"Çima min hesretî ewladê min dihêlin?"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 322yemîn.

Dayik Songul Altintaşa ku di çalakiya rûniştinê da beşdar e, diyar kir ku heta ew kurê xwe Muslum hilnede, ew ê çalakiya xwe bi dawî neke.

Altintaşê bertek nîşanî HDP û PKKyê da û wiha xeberda:

"Çi heqê wan heye ku şeş salan vê êş û kederê bînin serê me? Çima min hesretî ewladê min dihêlin? Dê heta kêngî van zarokan di destê xwe da bigirin? Êdî dixwazin çi bikin? Êdî bes e, hinekî bira dilê we bişewite. Ma wijdan û merhemeta we tuneye? Ma dêya we, ewladê we tuneye? Heger ewladê we hebe, divê hûn kurê min jî bifikirin. Êdî bes e van zarokan berdin. PKK û HDP zilmê li Kurdan dike."

Necibe Çiftçiya ku ji Şemdînliya Hekariyê ji bo kurê xwe Roşat Çiftçi ku 5 sal berê hat revandin, di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ewladekî revandin çiyê, kurekê wê yê din ku li birayê xwe yê revandî digeriya jî 3 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat kuştin.

Çiftçiyê bal kişand ku di binê kon da ev 322 roj e ew têdikoşin û wiha dewam kir, "Em ê çalakiya xwe heya mirinê bidomînin. Em heta ewladên xwe hilnedin, em ê ji vê derê neçin. Rûyê xwe yê qirêj (HDP) li her derê bi xwe derdixin holê. Ma şerm û fêdiya wan nemaye?"

Çiftçiyê qala îdiaya êrîşa cinsî ya Parlamenterê HDPyê yê Mêrdînê Tuma Çelik a dijî jinekê jî kir û wiha got, "Zarokên me ji me sitandin û birin çiyê û çek dan destê wan. Dibêjin gelê Kurd û tecawizî jinan dikin. Ma qet şerm nakin? Ev rûyên xwe yên qirêj wiha li her derî radigihînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE