Cinazeyê Sedanura 9 salî hat dîtin

Cinazeyê Sedanur Guzela 9 salî hat dîtin.

Cinazeyê Sedanura 9 salî hat dîtin

CinazeSedanur Guzela 9 salî ya ku 7 roj berê li Qaqizmana navçeya Qersê wenda bûbû li texma gundê Pasliyê di bin keviran da hat dîtin.

Waliyê Qersê Rahmi Doğan bi telefonê beşdarî weşana TRT Haberê bû.

Waliyê Karsê: “Li kîlometreyekê dûrî gundê Pasliyê hat dîtin. Cinaze di qûçê de hatibû veşartin. Me komeke mezin ava kiribû. Di nav de pisporên baş hebûn. Em ê piştî lêkolînan hûrgiliyên mijarê ragihînin.”

Ji bo dîtina Sedanûrê, tîmekê 200 kesî hatûbû avakirin.

Xebatkarên lêgerînê li her derê û li dora gund lêkolînen berfireh kirin.

Li derdora golê hemû giya jê kirin, li hemû bîr û şîkeftên nêzî gund nihêrîn.

Sedema mirina keçika biçûk dê piştî lêkolînan were tespîtkirin.

Dîroka nûkirinê: 22 îlon 2018, 16:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE