"Çiqas sal derbas bin jî em ê li vir bisekinin"

Ayten Elhamana dayik:"Em zarên xwe ji HDPyê dixwazin. Çiqas sal derbas bin jî em ê li vir bisekinin. Heta em zarên xwe ji HDPyê nestînin em ê ji vir neçin"

"Çiqas sal derbas bin jî em ê li vir bisekinin"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 302yemîn.

Ayten Elhaman ku ji dayikên beşdarên çalakiyê ye, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Bayram ku 3 sal e xeber jê nayê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Elhamanê wiha xeberda:

"Ez ji vê derê bangî ciwanan dikim. Baweriya xwe bi HDPyê neynin. Zarokan dixapînin û dibin. HDP û PKK yek e. Em dayik, em zarên xwe ji HDPyê dixwazin. Çiqas sal derbas bin jî em ê li vir bisekinin. Heta em zarên xwe ji HDPyê nestînin em ê ji vir neçin."

Suleyman Aydinê bav ku ji bo kurê xwe Ozkan ku 5 sal berê ji navçeya Sûrê dema 15 salî bû hat revandin, çalakiya rûniştinê didomîne, diyar kir ku ev 302 roj e ew çalakiya xwe didomînin.

Aydin bal kişand ku heta ew zarokên xwe hilnedin, ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin û wiha got, "Di nava PKKyê da jihevketineke mezin çêbû. Yên teslîm dibin zehf in, gelek kesan rûyê wan ê rast dît. Hê jî yên teslîm dibin hene. Înşelah di nava wan da zarokên me jî dê hebin. Heta ewladên me neyên em ê bi tu derî da neçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE