Serok Recep Tayyîp Erdogan bi rêya vîdeo mesajê bangî Rûniştina Taybet a Têkoşana dijî Kovîd-19ê ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.
Erdogan derbarê têkoşana dijî Kovîd-19ê got, "Civaka Navneteweyî rûbirûyê ezmûna kurewî ya herî mezin a sedsala 21ê ye. Mifteya derbasbûna vê serdema dijwar, hevkariya navnetweyî û piştevaniya kurewî ye. Giştgirbûna tebîran, îtînaya pêdawistiyên komên hesas û dezavantaj elzem e."
Erdogan herwiha got, "Şewbê jî nîşan da ku pêdivê pergala NYê di bin rohniya tehdîd û pêdawistiyên sedemane de bê reformekirin. Ji bo ku pergala NYê çalaktir bibe, têkeve rewşeke demokratîk, adil û zelal, pêdivê Lijneya Giştî hêzdartir bibe."
AA