Civîna Şûraya Eskerî ya Bilind

Şûraya Eskerî ya Bilind ya ewil a Pergala Hikûmeta Serokomariyê bi serokatiya Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê civiya.

Civîna Şûraya Eskerî ya Bilind

Şûraya Eskerî ya Bilind ya ewil a Pergala Hikûmeta Serokomariyê bi serokatiya Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê civiya.

Endamên şûrayê bi serokatiya Serokomar Erdogan re ewil çûn Anitkabîrê û piştra jî derbasî Kuliyeya Serokomariyê bûn.

Endamên şûrayê piştra beşdarî civîna Pergala Hikûmeta Serokomariyê ya ewil bûn.

Di civîna ku ji çapemeniyê ra girtî tê kirin da Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Behrê Koramîral Adnan Ozbal amade bûn. AA 

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2018, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE