Civîna 2019yê ya ABU’yê dê li Tokyoyê be

Ji 71 welatan 274 endamên yekîtiyê wê li ser projeyên hevpar bixebitin.

Civîna 2019yê ya ABU’yê dê li Tokyoyê be

56. Civîna Lijneya Giştî ya Yekîtiya Weşangeriyê ya asya-pasîfîkê, li japonyê tê kirin. Serokê Giştî yê Rêvebirî û Lijneya Giştî ya TRT’ê İbrahim Eren jî wek Alîkarê Serokê ABU’yê beşdarî civînê bû. Eren bal kişand ku li herêmê bona TRT’ê eleqeyeke mezin heye.

Eren: Em bi wesîleya 56emîn civîna giştî ya Yekîtiya Weşangeriyê ya Asyê hatin Tokyoyê. Ev yekîtî ku em jî alîkarê serokê giştî ne, li ser çapemeniyê yekîtiya herî mezin a cihanê ye û bang li 3 milyar û 500 milyon mirovî dike.

Civîna giştî ya Yekîtiya Weşangeriyê ya Asya – Pasîfîkê îsal li Japonyê tê kirin.

Yekîtiya ku ji 71 welatan 274 endamên wê hene di navbera saziyên weşangeriyê de projeyên hevbeş û hevkariyê pêk tîne.

TRT jî endamê vê yekîtiya herî mezin a weşangeriyê ye.

Serokatiya ABU’yê îsal di destê Japonyê de ye û alîkariya serokatiyê jî Çîn û Tirkiye dikin.

Eren: Me civîna xwe ya rêvebiriya giştî kir. Zahf baş bû û me gelek hevdîtin kirin.

Di destpêka civîna Lijneya Giştî de Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Ragihandinê jî hebûn.

Serokê ABU’yê Ueda di civînê de axivî û li ser sehnê ahengeke xweş jî çêbû.

Piştî ahengê civîna Lijneya Giştî dest pê kir.

Serokê Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Eren jî wek alîkarê serokê ABU’yê bangî beşdaran kir.

İbrahim Eren civîna ABU’yê nirxand û bal kişand ser hêza Tikriyê ya li herêmê û got: Li Asya û Pasîfîkê bi xurtbûna Tirkiyê re em jî wek TRT di van salên dawî de li herêmê têra xwe dixebitin. Him li ser berhemên me, him jî ji bo saziya me eleqeyeke zêde heye. Em ji bo vê kêfxweş in.

İbrahim Eren li Tokyoyê, derheqê girîngiya Civîna Giştî ya ABU’yê de jî axivî:Îsal li Japonyê Sala Çanda Tirkiyê ye. Bi vê wesîleyê bi Japonyê re hin projeyên me yên hevpar hebûn. Me bi vê derfetê projeyên belgefîlman, projeyên naverokan li vir nirxandin..

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE