Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan li ser xeta sînor hatin bal hev.
Gorî agahiyan di civîna Akar, Fîdan û fermandaran da geşedanên li bakurê Sûriyeyê û xebatên ji bona domandina agirbesta Îdlibê hatin gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin di civînê da gorî mutabaqa Soçiyê rewşa li Îdlibê, xebatên dewamkirina agirbestê û hewcedariyên ji bona îstiqrara herêmê hatin nirxandin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî der barê civîna li ser sînor hat kirin da wiha got: "Gorî mutabaqata Soçiyê ji bo agirbest û îstiqrar dewam bike çi bikeve ser milan tê kirin. Bi Rûsyayê ra hevkariya di vê mijarê da dewam dike."AA