Civîna çapemeniyê ya Çavuşoglu û Qureyşî

Çavuşogluyê ku ji bo ziyareta fermî li Pakistanê ye piştî ku bi Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî ra hat ba hev civîna çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê ya Çavuşoglu û Qureyşî

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ew ê roja duşemê bi Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putîn ra li ser mijara Sûriyeyê biaxive.

Çavuşogluyê ku ji bo ziyareta fermî li Pakistanê ye piştî ku bi Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî ra hat ba hev civîna çapemeniyê li dar xist.

Çavuşoglu got ji ber ku hatiye Pakistana ji bo Tirkan mala 2yemîn e zehf kêfxweş e, hilbijartina li herdu welatan jî hat kirin piştî hilbijartinê hevdîtin hat kirin ev jî bi mene ye.

Wezîr Çavuşoglu li ser mijara Îdlibê got ku di mijara Sûriyeyê da bi taybetî jî ya Îdlibê welatê ku polîtîkayên herî zelal dimeşîne Tirkiyey ye, Tirkiye ji bo Sûriyeyê aştî û çareseriya siyasî dixwaze.

Çavuşoglu bal kişand ku Tirkiyeyê li Astana û Cenevreyê ji bo çareseriyê hewleke mezin da, li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî dixwaze û di mijara têkoşîna dijî terorê da ku ji bo dahatûya welêt tehdîdeke mezin e biryardar e.

Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo pevçûnên li Îdlibê bide sekinandin hewlên dualî û sêalî da, bi aktorên din ra jî li ser mijarê axivî.

Wezîr Çavuşoglu wiha pê da çû: "Di mijara têkoşîna dijî terorê da em amade ne ku bi her kesî ra hevkariyê bikin lêbelê di bin navê têkoşîna dijî rêxistinên terorê da kuştina sivîl, jin û zarokan tiştekê însanî nîne, rast nîne. Bi vî awayî em nikarin aştî û hizûrê bînin."

Çavuşgolu got ku Tirkiye yê di vê mijarê da temasên xwe bidomîne û wiha aixvî: "Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ew ê roja duşemê bi Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putîn ra were ba hev. Em ê li NYyê jî hewla xwe bidomînin. Jixwe ji hemû saziyan û ji dinyayê piştgiriyê didin van hewlên Tirkiyeyê."

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 15:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE