Civîna Çapemeniyê ya hevpar

Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Avdilmehdî civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin...

Civîna Çapemeniyê ya hevpar

Serok Erdogan dawet kir û Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî hat ankarayê. Piştî hevdîtinê herdû serkirde di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivîn.

Serok Erdogan got "me biryar da ku em peymaneke leşkerî û ewlehiyê bi hev re pêk bînin"

Serokwezîrê İraqê Adil Abdulmehdî hat Enqereyê.

Serok Erdogan ew li Kulliyeya Serokkomariyê bi merasîma fermî pêşwazî kir.

Di navbera heyetên her du dewletan de hevdîtinên fermî pêk hatin.

Pişt re her du serokan daxuyaniya çapemeniyê dan.

Serok Erdogan daxuyand ku biryar dane her du dewlet peymaneke leşkerî û ewlekariyê pêk bînin.

Di meseleya şerê Surî de Erdogan got di fikrê yekparebûna axa Surî de em wek hev difikirin.

Serokwezîrê İraqê Adil Abdulmehdî ji got "Em li hember dijminan bi Turkîyeyê re tekoşîneke hevpar didin.”

Serok Erdogan got "wekî din me bo aboriya herdu dewletan jî gav avêtin"

Adil Abdulmehdî li ser vexwendina Serok Erdogan hatibû Enqereyê.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE