Civîna Çaralî ya Sûriyeyê

 Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihand ku bi beşdariya Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanyayê di 27ê Cotmeha 2018an da wê li Stenbolê Civîna Çaralî ya Sûriyeyê bê lidarxistin.

Civîna Çaralî ya Sûriyeyê

Dîroka civîna 4 alî ya li Stenbolê diyar bû. Civîn bi mazûvaniya Serok Erdoğan wê di 27ê cotmehê de pêk were. Daxuyaniya li ser mijarê ji berdevkê Serokatiyê Îbrahim Kalin hat.

Civîna 4 alî ya li ser Sûriyeyê dê bi beşdariya serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîra elmanyayê Angela Merkelê pêk were.

Berdevkê serokkomariyê İbrahim Kalin diyar kir di civînê de rewşa li qadê, peymana Îdlibê û tevî pêvajoya siyasî geşedanên li Sûriyeyê werin nirxandin.

Kalin got “ji bo çareseriyeke mayînde dê hewlên hevpar werin nirxandin.”

Herwiha ji ofîsa serokkomariyê ya Fransayê jî li ser civînê daxuyaniyek hat.

Hat gotin ew ê wek rêveberiya Parîsê di civînê de bala xwe bidin mîsogeriya agirbestê û pêşîlêgirtina bobelatê.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 14:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE