Civîna di serokatiya Serokomar Erdogan da: Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê nayê qebûlkirin

Civîna di serokatiya Serokomar Erdogan da: Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê nayê qebûlkirin

Civîna ewlehiyê ya di serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan da li Kuliyeya Serokkomariyê dest pê kiribû, qediya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomarê di civînê da midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê hat gotûbêjkirin.

Di civîna ewlehiyê da hat diyarkirin êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê ku mutebeqeta Mînskê ji holê radike binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û nayê qebûlkirin.

Di civînê da hat destnîşankirin Tirkiyeyê ji bona yekîtiya ax û desthilatdariya siyasî ya Ukraynayê desteka xwe bidomîne.

Di civîna di serokatiya Serok Erdogan da ji bona sekinandina êrîşên ji bona ewlehiya herêm û dinyayê talûke ne hewldanên li platformên navnateweyî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê da Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Serkan Orgeneral Yaşar Guler, Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim, Serokê Koma Meclisê yê AK Partiyê Îsmet Yilmaz, Alîkarê Serokê Giştî û Bevdevkê AK Partiyê Omer Çelik, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Katibê Serokkomariyê Hasan Dogan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin amade bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE