Civîna G-20ê dest pê kir

Serkirdeyên cihanê li Japonyayê civiyan...

Civîna G-20ê dest pê kir

20 welatên mezin li japonyê di civîna g-20ê de hatin ba hev. roja ewil serok û giregiran daxuyanî dan. herî zêde jî li ser krîza îran û emerîkayê axivîn.

Civîna Serkirdeyan a G-20ê li Osakaya Japonyê dest pê kir.

19 dewletên endam, Yekîtiya Ewropayê û 17 dewletên mêvan hatin civînê.

Serokwezîrê Japonyê Abe, li Navenda Fuara Osakayê ya İNTEKSê çû pêş mêvanan.

Beriya fotografa komî, serkirdeyan daxuyanî dan.

Herî zêde behsa krîza Îran û Emerîkayê û şerên li ser bazirganiyê kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo krîza Îran û Emerîkayê got; ev yek zirarê dide dinyê û divê pêşî li vê bê girtin.

TRUMP DERBARÊ ÎRANÊ DE AXIVÎ

“Wext heye, ger encam dernekeve dê çi bibe helbet hûn ê bibihîzin”

Serokê Emerîkayê Donald Trump jî derbarê meseleyê de axivî.

Trump got, ji bo qerara xwe zelal bike em li benda Îranê disekinin û wiha pê de çû: “Me ji bo demê tu sînor diyar nekir.” Dûv re wekî ku gefan lê bixwe got; “Xwedê bike encamek jê derkeve. Heke wisa be baş e. Lê ger tu tişt jê dernekeve dê çi bibe, helbet hûn ê bibihîzin.”

PUTÎN JI BO ŞERÊN BAZIRGANIYÊ BERTEK NÎŞAN DA

“Em reformên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê qebûl nakin”

Serokê Rûsyê Vladimir Putin jî li ser şerên bazirganiyê peyivî.

Putîn diyar kir ku hinek hewl didin hêza Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyê kêm bikin an jî wê xira bikin û got: ‘em vê yekê qebûl nakin”.

YEKÎTİYA EWROPAYÊ HIŞYAR KIR

“Şerên bazirganiyê zirarê didin mezinbûna kûrewî”

Serokê Komisyona Neteweyên Yekbûyî Jean Claude Juncker jî got, şerên bazirganiyê zirarê li mezinbûna kûrewî dixin.

Xuya ye ku ji civînê zêdetir, hevdîtinên şexsî yên serokan wê rewşê diyar bikr.

Civîn wê 2 rojan dewam bike..

Aborî, bazirganî, veberhênan, guhertin û xurtkirin, zêdekirina hêzên jinan, xweza û enerjî dê werin nirxandin.

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE