Civîna Garantoran a 14emîn ya bi mijara Sûriyeyê

Di roja duyemîn a civînê da heyetên Tirkiye, Îran, Rûsyayê û heyetên rejimê ya bin serokatiya Beşar Caferî, mixalefeta eskerî û welatên çavdêr Urdin, Iraq, Libnanê da hevdîtinên dualî û sêalî dest pê kirin

Civîna Garantoran a 14emîn ya bi mijara Sûriyeyê

 Li Nûr Sultana paytextê Qazaxistanê Civîna Garantoran a 14emîn ya bi mijara Sûriyeyê bi hevdîtinên dualî û sêaliyê yên heyetên Tirkiye, Rûsya û Îran û rejima Beşar Esed, mixalefeta eskerî dewam dike.

Di roja duyemîn a civîna ku li Otêla Astana Rîxos Presîdentê tê lidarxistin da di navbera heyetên Tirkiye, Îran, Rûsyayê û heyetên rejimê ya bin serokatiya Beşar Caferî, mixalefeta eskerî û welatên çavdêr Urdin, Iraq, Libnanê da hevdîtinên dualî û sêalî dest pê kirin. 

Heyeta Tirkiyeyê ya ku Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal serokatî dike bi saeta Tirkiyeyê dora saet 07.00ê da bi heyeta mixalefeta eskerî ra hat bal hev.

Tê plankirin ku heyeta Tirkiyeyê bi heyetên Rûsya û Îranê ra hevdîtinên sêalî bike, paşê bi Geîr O. Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê heyetên welatên garantor ra jî di formata çaralî da bê  bal hev.

Alaxender Lavrentîevê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê serokatiya heyeta Ûris, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Elî Asgar Hecî jî serokatiya heyeta Îranê dike.

Tê payîn ku heyetên Rûsya û Îranê jî bi heyetên rejim û NYyê ra hevdîtinên dualî bikin.

- Tê pêşbînîkirin ku danezana encamê bi saeta Tirkiyeyê saet 11.00ê da bê eşkerekirin

Digel nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan a NY, Xaça Sor heyetên Urdin, Iraq û Libnanê jî wek çavdêr beşdar dibin.

Tê texmînkirin ku rûniştina sereke ya ku dê danezana encamê bê xwendin bi saeta Tirkiyeyê di saet 11.00ê da bê kirin.

Rojeva civînê mijarên wekî serbest berdana hêsîran û lêgerîna windayan jî di nav da tevdîrên pêbaweriyê zêde dikin, ji bo lidarxistina konferansa navneteweyî nîqaşkirina teşebûsên hewce jî di nav da di çarçoveya vegera bo malên xwe ya penaberan da li Sûriyeyê zêdekirina alîkariyên mirovî, ji bo ku Komîteya Destûra Bingehîn dest bi xebatên xwe bike pêşxistina pêvajoya siyasî hene.

Hevdîtinên bi formata Astanayê ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê da ji kanûna paşîn a 2017an vir va tên kirin.

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE