13emîn civîna garantorên sûriyê li paytext nûr sûltana Qazaxistanê dest pê kir. nûnerên tirkiye, rûsya û îranê beriya civînê hevdîtin kirin. piştî hewdîtina ewil, heyeta tirkiyê bi heyetên rûsya û neteweyên yekbûyî re jî hat bal hev. civîna mezin wê îro dest pê bike.
Pêvajoya Astanayê dewam dike.
13emîn Civîna Garantoran li paytextê Qazaxistanê Nûr Sultanê tê kirin.
Hevdîtina mezin a civînê jî wê danê nîvro bê kirin.
Heyeta Tirkiyê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Önal, bi heyetên Rûsya û Neteweyên Yekbûyî re hat bal hev.
Ji xeynî Tirkiyê, Rûsya, Îran û rejima Esed jî him bi muxalifên Sûryeyî him jî bi nûnerên dewletên çavdêr re hevdîtinên dualî û sêalî kirin.
Libnan û Iraq jî cara ewil wek dewletên çavdêr beşdarî hevdîtinên wekî Astanayê dibin.