Civîna hevpar a çapemeniyê ya Erdogan-Orban

Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban piştî Civîna Konseya Hevkariya Stratêjîk a Astbilind a li Ofîsa Serokwezîriyê, civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Civîna hevpar a çapemeniyê ya Erdogan-Orban

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Helwesta tund a YEyê ya li dijî welatê me, ya vê dawiyê, ji erêniyê dûr e. Pirsa dualî ya çend welatên endam, pêdivê têkiliyên Tirkiye-YEyê dîl negirin."

Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban piştî Civîna Konseya Hevkariya Stratêjîk a Astbilind a li Ofîsa Serokwezîriyê, civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Erdogan got, "Helwesta tund a YEyê ya li dijî welatê me, ya vê dawiyê, ji erêniyê dûr e. Pirsa dualî ya çend welatên endam, pêdivê têkiliyên Tirkiye-YEyê dîl negirin."

"Mumkin e hejmareke gelek ji penaberên li Tirkiyeyê bi taybet koçî Ewropayê bikin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 4 milyon penaber hene û got, "Mumkin e hejmareke gelek ji van penaberan bi taybet koçî Ewropayê bikin. Gava ku em dixwazin bi mebesta îhdasa herêma ewle biavêjin, ji bo wê yekê ku penaberên li welatê me vegerin axa xwe. Heke piştevanî were jî neyê jî emê di mazûmvaniya mêvanên xwe (yên Sûriyeyî) de berdewam bin. Me nerî wê wisa nebe, îca emê deriyan vekin."

Erdogan bal kişand ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DEAŞê û wiha got, "Me xwîşka Bexdadî digel mêrê wê girt, nuha li ba me ne. Herî dawî me 13 kesên nêzîkî wê girtibûn, ew jî nuha di destê me de ne. Pêdivê baş fêm bikin ka qîmeta endamiya tamam a Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê çi ye. Nuha di cîhanê de ti welatekî duyemîn nîn e ku bi qender Tirkiyeyê li dijî DEAŞê helwest danîbe. Di asta sereke de li Babê me zêdetir ji 3 hezar DEAŞî berteref û derdest kir. Nuha di girtîgehên me de zêdetir ji 1150î DEAŞî hene."

 "Qencê terorê û terorîstan tune ye"

Serokomar Erdogan got, "Mixabin hinek hevkarên me yên yên stratêjîk hevdîtin û piştevaniyên wan digel rêxistina terorê heye. Ev me xemgîn dike. Qencê terorê û terorîstan tune ye. Nabe ku weke 'yên me û yên we' werin qategorîzekirin. Heke emê têbikoşin, pêdivê em biryardar bin. Ji 150 dewletî, me qedexeya hatinê danî ser 76 hezar kesî. Di nava wan de DEAŞî hene û terorîstên din hene. Tenê bi kuştina serkirdeyên rêxistinên terorê, teror naqede. Heke em pêdiviyên hevkariya stratêjîk bi cih neynin, îro terora ku li me dixe, sibe dê li welatekî din bixe. Ti ferqa Mezlûm Kobanî ji Bexdadî tune ye. Bexdadî çiqas terorîstekî giring be, Mezlûm Kobanî jî hewqasî terorîstekî giring e."

Erdogan ji bo serdana DYAyê ya ku li ser daweta Serokê DYAyê Donal Trump dê biçe got, "Di serî de têkiliyên dualî emê meseleyên herêmî gotûbêj bikin. Di civînê de dê mijarên weke S-400, Patrîot û F-35 jî hebin. Me S-400 kirîn, ev kar qediya lêbelê heke Amerîka Patrîotan bide me ku şert ûmerc guncav bin, em dikarin bikirin. Me ev pêşniyazî li wan kir."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE