Civîna hevpar a Erdogan û Merkel

"Domandina têkîliyên dostanî yên tevlî Tirkiye û Almanyayê ji bo berjewendiyên herêma me jî bi kêr in û di vê mijarê da em wek hev difikirin."

Civîna hevpar a Erdogan û Merkel

Civîna hevpar a Serokomar Erdogan û Merkel 

Serenivîsên ji civînê derketin pêş: 

Erdogan: "(Bi Almanyayê ra) Em dixwazin hevkariya xwe di warê aborî, bazirganî, veberhênan, vejen û turîzmê da hê zêdetir bikin."

"Domandina têkîliyên dostanî yên tevlî Tirkiye û Almanyayê ji bo berjewendiyên herêma me jî bi kêr in û di vê mijarê da em wek hev difikirin."

"Di mijara koçberan da Tirkiye û Almanyayê piraniya barê Ewropayê hildane ser milên xwe."

"Beriya her tiştî wezîfeyeke însanî ye ku YE û dewletên Ewropayê zêdetir û leztir destekê bidin Sûriyeyiyan."

 "Alîgirên rêxistina terorê yên ku Herekata Kaniya Aştiyê ya di mehên borî hatibû kirin da ji xwe ra kirin hincet li Almanyayê êrîşî ser Tirkan kirin. Wesayîta xizmetê ya balyozxaneya me ji hêla endamên rêxistinê va hat şewitandin. Ez van êrîşan careke din şermezar dikim û lenet lê be."

"Di van rojên zor û zehmet da em naxwazin xwîşk û birayên xwe yên Libyayî tenê bihêlin."

"(Libya) Piştgiriya bo Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî li gor biryara bi jimara 2259an a KENYê tercîh nîne, berpirsyarî ye."

"Tirkiye û Almanya beriya her tiştî dixwazin pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Em bang li terefan dikin ku bi aqlêselîm tevbigerin."

"Di mijarên herêmî da em ê gotûbêja xwe ya bi Almanyayê ra awayekî xurtkitî bidomînin."

"Em dibînin ku di demên dawîn da li Îran û Iraqê rageşî zêde dibe. Divê nehêlin ku li Iraqê careke din tevlihevî derkeve."

Şansolyeya Almanyayê Merkelê got ku ji bona sivîlên ji Îdlibê ber bi Tirkiyeyê va direvin di çêkirina sitargehên prîkêt da dikarin destekê bidin."

Şansolyeya Almanyayê Merkel: "Ez wisa difikirim ku Yekîtiya Ewropayê di mijara penaberan da jibilî 3 milyar zêdek 3 milyar ewroyî wê tu piştgiriyeke din nede."

Şansolyeya Almanyayê Merkelê diyar kir ku ew xalên di Konferansa Berlînê ya mijar Libya bû da, hatin qebûlkirin, wê li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bên pesendkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE