Civîna hevpar a Erdoğan û Orban

Serok Erdoğan û Serokwezîr Orban daxuyaniya hevpar dan...

Civîna hevpar a Erdoğan û Orban

Serok Erdoğan ji serdana fermî kir. piştî hevdîtinan jî Serok Recep Tayyip Edogan û Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban derketin ber kamerayan û daxuyaniya hevpar dan.

Serok Erdoğan ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û Macaristanê de xurtir bibin ligel şandeyekê çûbû Macaristanê.

Piştî hevdîtinê fermî Serok Erdoğan û Serokwezîrê Maceristanê Viktor Orban daxuyaniya hevpar dan.

Di rojeva Serok de çi hebûn; di serî de têkoşîna li dijî rêxistina terorî FETO, ji bo Maceristan di vê mijarê de hesasiyetên Tirkiyê ber biçav digire spasiya rêvebiran kir.

Ji bo mijarên Bazirganî, ragihandin, aborî û çandî di navbera her du welatan de xurt bibin wê xebatên xwe bileztir bikin.

Di rojeva Serok Erdogan de Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi jî hebû. Erdogan got, rêvebirên safaretê dibêjin ji vir derketiye lê bi vî awayî nikarin xwe xelas bikin. Divê rêvebir vê yekê îspat bikin.

Her wiha Erdogan got, divê him siyasî him jî însanî em dixwazin encamekê bistînin. Ji bo vê yekê jî xebat dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 10:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE