Civîna heyetên mizakereyê yên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê didome

Ewil heyeta Ukraynayê û paşê jî ya Rûsyayê hat civîna ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê.

Civîna heyetên mizakereyê yên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê didome

 Civîna Heyetên Mizakereyê yên Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê piştî axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir.

Ewil heyeta Ukraynayê û paşê jî ya Rûsyayê hat civîna ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê.

Serokomar Edogan di vekirina civînê da axivî û paşê civînê dest pê kir.

Mizakereyên li Stenbolê ji bo du rojan hatin plankirin.

Serokomar Edogan di axaftina xwe da got ew li hemû platformên navneteweyî helwesteke adil nîşan didin ku hesasiyet û heq û hiqûqa herdu aliyan biparêzin û wiha axivî: "Wek endamên heyetê we berpirsyariyeke dîrokî hilda ser xwe. Hemû dinya ji we benda xeberên bixêr û mizgîniyê ye. Bi beralîkirina serokên xwe hûn xîmê aştiyê datînin. Em ji bo her tiştê ku wê karê we hêsantir bike amade ne."

Ji ber gavên ku Erdogan avêtibûn biryar hatibû dayîn ku civîna berê li Belarusê çêbûbû vê carê li Stenbolê çêbibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE